BAŞTIRÎN KURD DIKARIN MIROVÊN REŞIK ÊN EMRÎKAYÊ FÊM BIKIN!

0


Çend pêşniyarên min beriya xwendinê. Çaya xwe deynin ber xwe, pişta xwe bidin balgîfê û kêfê nirxandinê bistînin.


"Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." - Malcolm X

Nizanim ev gotin ji bo we çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bixwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min ev yek ji wan pirtûka ye.

Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe  din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna dibe mamosteyekî me hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm x dike, car caran qala rewşa Kurdan. Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek diyar nabe.

Nivîskarê me Alex Haley bi destûra Malcolm , bi ji guhdarîkirina jiyana , dest nivîsîna pirtûkê dike. Belê Haley ji bo Malcolm baştir nas bike rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji wan , rojeke alex haley dibîne ku malcolm X tiştên di serê xwe de derbas dibe li ser peçeteyekê dinivîse. Piştî kifşê Haley li cem çay û qehweya Malcolm X peçeteyek pêçayî deytîne û dema Malcolm X radibe berî ku bibîne van peçeteyan radihije. Û di pirtûkê de cih dide van nivîsan.

             MALCOLM X Û ALEX HALEY 

Pirtûk di serî de bi pêşgotina nivîskar dest dike. Di pêşgotinê de ji navê Malcolm ji rahiştiye bigrin vegotinên di navbera alex haley û Malcolm X de gelek mijar tên qal kirin. Pêşgotin tam 124 rûpel e û ev pêşgotin wekî kurteçîroka pirtûkê ye. Pirtûk ji 19 beşa pêk . Û Her beş tesîrên cidî li ser jiyana Malcolm kirine. Pirtûk nêzîkî 730 rûpel e dema mirov pirtûkê xilas dike dibêje xwezî pirtûk ne ewqas kin bûya.

...........

BEŞÊN PIRTÛKÊ Û NAVEROKA PIRTÛKÊ:


JIDAYÎK BÛN:

Em di beşa yekemîn de malbata Malcolm X nas dikin. Malcolm di 19ê Gulana 1925an de li Bajarê Omaha ji dayik bûye. Ew zarokê 7emîn ê malbatê ye. Bavê Malcolm Baptîst , ji ber yekê gelek caran mala wan dihat êrîş kirin. Jixwe sedema mirina bavê baptîst bûn . (Baptîst yek ji mezhebê xrîstiyaniyê ye.) Dayika jinekê xwende û ji ber mêrê spî ye hin cara nefret dikir. Ji ber ye Malcolm X jî tam ne reş , rengê por û çermê qehweyî û sor bûn.


DÛRKETINA JI MALÊ:

Ji ber mirina bav, dîya Malcolm dikeve di nav tengasiyekê û bi rewşa derûniyê de nikare xwarinek çêbike. Ji ber yekê, ji bo Malcolm baş perwerde kirin û mezin bibe didin mala Gohanna ya. Ji bilî xwişk û birayekî , aqûbeta xwişk û birayên yên din bi heman awayî bûn. Jîyana malbata Malcolm a zêde nedomîya. Û Malcolm ji ber tevgerên xwe ji dibistanê hat avêtin.


KARÊ YEKEM Û HEVNASÎNA XIRABÎYAN:

Sal derbas dibûn Malcolm bi zilamekî bi navê Shorty nasî û bi saya di Salona Baleya Dewletê ya Roseland de dest bi karê boyaxkirina pêlavan kir. Xirabîyên piştî karê dest kirin. Wekî kişandina cixare, vexwarina meyê û esrar...


DANS Û EVÎN:

Malcolm nizanîbû bireqise reqisînê gelek hez dikir. Malcolm di cihekî wisa de dixebitî û her gav xwe diavêt di nav dansê û dans dikir. Piştî çend rojan Malcolm dît ku kar û reqisîn bi hevre naçin dev karê berda. ev tişt zêde nedomîya. Ket karekî . Karê di kulîçexaneyekê de garsontî .

Keçikek bi navê Laura hebû ku her şev dihat kulîçexaneyê. Li gor Malcolmî ew keçik her kesî cuda . Malcolm hêdî hêdî hez dikir û di dawiyê de hewl da ku re biaxive. Êdî hev nas dikirin. Her du têgihîştin ku ji reqsê hez dikin, ew bibû hevbeşiya wan. Êdî bi hev re direqisîn ev nêzîk bûn jiyana Laura guherand. Laura ji derdiket, ji xwendingehê dûr diket û bi bandoriya Malcolm X diket rêyeke xeter.


XIRABÎYÊN :

Wisa wilo wiha di nav çend salan de jiyana Malcolm di nav gelek karên wisa de derbas bûn. di her karê xwe de dev Esrar, kokoinê bernedida. Ji serde tiştên xirabtir dikir wekî, dizî û firotina jinan...


BINÇAV KIRIN:

Rojek ji rojên sibatê, sal 1945. Malcolm bi hevalên xwe re, danê şevê dikevin dizîya malekî. Malcolm di malekî de demjimêrek şikestî dibîne û radihêje. Nizane ku ev demjimêr bibe sedema guhertina jiyana .

Piştî çend rojan Malcolm ji bo demjimêrê tamîr bike diçe li bal demjimêrfiroşê. Ji bo tamîr kirin demjimêrê li wir dihêle. Piştî du rojan, dema diçe demjimêrê bistîne, jiyana tarûmar dibe. Derdikeve holê ku xwediyê saetê bi hemû demjimêrfiroşan re têkilî daniye û ji wan re ragihandiye ku saeta hatiye dizîn û çi pirsgirêkê saetê heye. Piştî Malcolm X dikeve dikana demjimêrfiroşê ji aliyê dedektifan ve binçavkirin. Derdikeve li ber dadgehê. Dadgeh biryarê dide. Biryar 10 sal heps. Malcolm di bihara ciwantîya xwe de dikeve hepsê.


ŞEYTÊN:

Di hepsê de bi saya gardîyana esrara xwe dikşîne. Tiştê ku Malcolm zêdetirîn kêf distîne  dijûn û çêr kirina Încîl û xwedê . Ji ber yekê girtiyên li koxûşan ji re navek danîbûn; ŞEYTÊN!


ŞÎYAR BÛN:

Xala werçerxê ya jiyana Malcolm serîlêdana birayê ya bi navê Reginald . Birayê Malcolmî re qala "Xwedê wekî mirovekî reşik xwe nîşanî mirovekî bi navê Elijah kiriye" kir. Û qala xirabîyên mirovên spî.... Malcolm dîsa bi çêr û dijûnan bersiv da birayê xwe. Reginald da û çû.

Paşê Malcolm li ser tiştê fikirî, ferhengek dît û ferhengê jiber kir û fêrî nivîsandinê . Piştî demê nameya xwe ya yekem ji Elijah Mihemed re nivîsand.  

Bersiv ji aliyê Elijah ve hat. " Ji bo biryara te ya meşîna li ser rêya rasteqînê te pîroz dikim." Malcolm êdî her roj Elijah re nameyan dinivîsand. Ji serde di pirtûkxaneya girtîgehê de pirtûkên felsefi û dîrokî dixwend. Malcolm di bernameyên nîqaşê heftaneyê de agahiyên ku ji pirtûkan fêr bûye bi şêwaza hevpeyvînê dianî li ber ziman. Êdî jiyana ya girtîgehê wisa derbas dibû. Her roj xwe pêş dixist û tiştên fêr dibû bi hevalên xwe re rave dikir.


BIHARA 1951Ê Û BIRYARA SERBEST BERDANÊ:

Malcolm çawa ji girtîgehê derket di mala birayê xwe Wilfred de gusla destnimêja xwe girt û dest bi nimêjên xwe kir. Piştre ew beşdarî civînên Sanctuary Number One ya li Detroitê .


KAR Û BARÊN :

Di havîna 1953an de alîkarê serokê mizgeftê. Û bi mîsyonê re, nefreta ya li dijî  mirovên spî roj bi roj zêdetir dibû. Malcolm di civînan de her tim nêrînên xwe yên li dijî mirovên spî reşikan re vedigot û bi van gotinan reşik dihatin li ser hemdê xwe. Û dijminê xwe nas dikirin.



ZEWICÎN:

Malcolm di civînan de jineke bi navê Betty naskir. Betty di nexweşxaneya mezin a hemşîreyê de dixebitî. Betty di derbarê zanyariyên tenduristî û pirsgirêkên bijîşkî de ders dida keç û jinên misilman. Ev tişt xweşa Malcolm dibir. Hevnasîna wan kûr û piştî demekê kin zewicîn.

         MALCOLM X Û BETTY SHABAZZ 

NAVDAR BÛN:

Malcolm roj bi roj bi gotinên xwe yên li dijî reşika û bi nivîsên xwe navdar dibû. Her wiha di jiyana de tehdît û tehdîtên mirinê kêm nedibû.


ZÎNA Û JI HEV VEQETÎNA Û ELIJAH MIHEMED:

Malcolm di her hevpeyvîn û nivîsên xwe de qala pêxemberiya Elijah Mihemed dikir. Û Malcolm bawer nedikir ku Elijah Mihemed zinayê dike. piştî Sekretêrên taybet ê Elijah Mihemed ducanî bûn û wan hemûyan di dadgehê de van tiştan qebûl kirin, Malcolm ket di nav fikrên kûr. Malcolm piştî van bûyeran biryar da ku bi Elijah Mihemed re biaxive.

         MALCOLM X Û ELIJAH MIHEMED 

PEYIVÎNA LI GEL ELIJAH MIHEMED RE:

Malcolm rasterast bi zelalî qala tiştên ku dihate gotin Elijah re kir. Bersiva Elijah Mihemed ev : "Ez Dawid im. Dema tu jiyana Dawid dixwînî, tu dibînî ku Dawid  çavê xwe dixe jineke zewicandî. Ha ew Dawid ez im. Te jiyana nûhê xwendiye, ew mirovê serxweş. ew kes rasterast ez im. Divê te serpêhatiyên Lûtî xwendibe. Ew pêxamberê ku bi keçên xwe re razaye. Dibe ku tiştên ku ez dikim caiz be." Ev gotin sedema ji hev veqetîna Malcolm X û Elijah. Piştî rewşê Malcolm li gorî berê zêdetir nameyên tehditê distîne û ji her kesî guman dike.


HEC Û MEKKE:

Piştî van bûyera Malcolm hebkî bêhna xwe berde diçe Bostonê li bal xwişka xwe Ella û xwişka xwe re dibêje "Ez dixwazim herim mekkeyê ku ferza xwe ya hecê bînim cih." piştî Ella van gotinên Malcolm, bihîst pere da hev û her tiştî eyar kir.

Malcolm çawa çû mekkeyê ferzên xwe anî cih. Û dît ku biratiya rastî li vir e. Her kes wekhev e û mafê her kesî wekî hev e. Ji serde Malcolm li wir mêvanê Padîşah Feysel a ku serwerê Erebîstanê

           MALCOLM X Û MÎRZA FEYSEL 

WAR Û KONFERANSÊN ÇAPEMENIYÊN :

Malcolm piştî Erebîstanê, bi balafirê çû gelek welatên cuda û tevlî konferansên çapemeniyê . cihê ku her diçû ev pirs re dihat pirsîn. "ÇIMA NAVBERA TE Û ELIJAH MIHEMED VEBÛ."


SÛÎKAST:

Rojek rojên xweş ên 1965ê. Dîsa civînek... ti kes nizane ku ev civîn civîna dawîn a Malcolm X e. Dibe ku Malcolm di civînê de qala biratî, nexweşiya biçûkdîtinê, mafên bindestan an serpêhatiyên xwe yên li mekkeyê ji beşdarvanan re pêşkêş bike nebû. Di civînê de şer derket, Malcolm ji aliyê kesan ve hat gullebaran kirin. Tam 16 gulle li laşê ketin. Ji kursîyê ket erdê. Hêdî hêdî çavê dihatin girtin, hêdî hêdî dinyaya ferazî xatir dixwest. Ew mirovê ku stûyê xwe qet netewandiye bi 16 gulleyan ket erdê. Ew kesê ku pişt xwe gelek serhildanên nûwaze hiştiye mir...

Piştî kuştina fêm kirin ku kesên dikujin reşik bûn. Ew mirovê ji bo mafên reşikan têdikoşe ji aliyê reşikan ve kuştin. Heyf, heyf, heyf....


KURTERAMANÊN MIN:

Çîroka Malcolm û reşikên Emerîkayê dişibe ya Kurdan. Dijminê wan ê mezintirîn di nav wan de ne. Dijminê xwe nas nakin berevajî ji dagirkerên xwe hez dikin. Di her rewşê de gelek peyamber ji wan re hatine qet bawerî bi peyamberên xwe neanîne. Yek ji wan peyambera Malcolm X . ew wekî Îsa ji destê xelkê xwe hat kuştin. Heyf û heyf...

Û jibîr nekin Çîroka Malcolm X, ne tenê ya şexsekî an malbatekî ye, çîroka hemû reşikan e.

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top