TEVGERA KU DIBÊJE DINYA NE TENÊ YA MIROVAN E: POSTHUMANÎZM...

6
Posthumanîzm an post-humanîzm (tê wateya "piştî humanîzmê" an "ji humanîzmê wêdetir) dibistaneke ramanê ya postmodern e ku bi awayekî tundî antroposenîzma humanîzmê rexne dike. Yanî bi kurtasî dibêje dinya tenê ya mirovan nîn e. Posthumanîzm yek ji encama krîtîkên postmodern ên li ser antroposenîzm, kolonyalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê ye. Pirranîya bîrewerên posthumanîzmê, li dij humanîzma klasîk in û 'human'ê (mirov) wê têgehê wek mêr, spî, ewropayî, hetero û bêasteng (able-body) pênase dikin. Lewma posthumanîzm hemû sterotaypên cûrepestî, nijadperestî, zayendperestî û laşperesti (ableism) red dike û hewl dide ku her cûre karakter û kategoriyên mirovahiyê û ya xwezayê biparêze û berz bike. Herwiha helwesta modernîzmê ya yekbûnê red dike û nirxên wekhevîyê diparêze. Ji xeynî van pênaseyên jor posthumanîzm li gorî fîlozof Francesca Ferrando  xwediyê bi kêmî heft pênaseyan e:

1) Antîhumanizm:
Her teoriyeke ku li ser humanîzma kevneşopî û fikrên kevneşopî yên der barê mirovahiyê û rewşa mirovî de rexne dike.
2) Posthumanîzma Çandî

3)Posthumanîzma Felsefî:

Rêgezek felsefî ye ku xwe dispêre posthumanîzma çandî, xeta felsefî bandorên exlaqî yên berfirehkirina exlaqî û dirêjkirina subjektîvîteyan li derveyî celebên mirovî dikole.
4)Rewşa Posthuman:
ji hêla teorîsyenên rexnegir ve ji holê rakirina rewşa mirovî.
5) Posthumanîzma transhûmanîzmî: Îdeolojî û tevgerek derveyî mirovî ya ku hewl dide ku bi saya teknolojiyê pîrbûnê ji holê rabike, çareseriya mirinê bibîne, kapasîteyên entelektuel zêde bike û êşên psîkolojîk xilas bike.
6) Desteserkirina Hişê Çêkirî: 
Li gor vê têgehê, mirov bi xwe nikarin bên guhertin lê di dawiyê de ji aliyê hişê çêkirîyan vê bên guhertin.
7: Voluntary Human Extinction


Di teoriya rexneyî de, post-mirov têgîneke spekulatîf e ku nûnertiya mirovan dike an jî hewl dide ku mirovan ji nû ve dîzayn bike. Posthumanîzm şaxek felsefeya humanîst e ku bi awayekî rexneyî, humanîzmê rexne dike û dibêje xwezaya mirovî rewşek gerdûnî ye ku ew di nav mirovan de derdikeve. Ango xwezaya mirov bi temamî aîdê mirov e. û li gor vê tevgerê xwezaya mirov; xweser e, rasyonel e û xwedî îradeyek azad e. Ji zêdetir di vê têgehê de behsa exlaq û edalet, ragihandina ziman û zanistê, pergalên civakî û xwestekên rewşenbîrî yên di navbera dîsîplînê de jî tê kirin.


Posthumanîzm Felsefeyeke sekuler e ku dixwaze mirovahiyê di nav cureyên xwezayî de ji nû ve bicih bike û wê ji pozîsyona xweya bijarte(îmtiyaz) dûr bixe. Li gorî wan, mafê mirovan tune ku xwezayê tune bikin an jî xwe ji xwezayê mezintir bibînin û ji serde Tevgera Posthumanîzmê pêşniyar dike ku laşê mirov dikare bi mudaxaleyên teknolojîk ên wekî endezyariya genetîkî were baş kirin.


Posthumanîzm, humanîzma klasîk rexne dike û pirsa "humanîzm, ji bo kê û ji bo kîjan zindîyan e?" dike. Posthumanîzm ew tevger e ku girîngiyê nade li ser mirovan, ew girîngiyê dide jiyanê. Ango jiyanê dike navenda mijarê xwe.

Çawa ku di demên klasîk ên sedsalên 18. û 19. de rêbazên wek pozîtîvizm ji ber nêrînên xwe bû demode û pûçûvala, êdî humanîzm jî emrê xwe temam kir û bû demode. Her çiqas em hay jê tune bin jî guherînên mezin ên sosyo-kulturel diqewimin û dibin pêl û di ser me re tên. Imanuel Wallerstein raber dike ku sîstema heyî ya îroyîn êdî têra guherînên postmodern nakin û dibêje demeke nêzik de paradîgmaya kapîtalîst a rojavayî dê têk biçe û norm û rêbazên nû yên rêvebirinê û aboriyê derkevin holê.


Ji ber teknolojîyê Transhumanîzm û Posthumanîzm gelek caran tê tevlihev kirin. Lê ti têkiliya Transhumanîzmê bi têgîna Posthumanîzmê re tune. Posthumanîst teknolojiyê wekî hevrêyek dibîne û ekolojiyê diparêze û dîna xwe dide xwezayê. Lê transhumanîst, teknolojîyê li dijî mirinê diparêzin û dikin ku wê pîroz bikin.

*Spasiyê ji bo Xelîl dikim ku gelek alîkariya min kir

Post a Comment

6Comments
  1. Bijî 👏👏 ev marpele yek ji bêhtirîn marpelên ku min dîtiye

    ReplyDelete
  2. supasit dikem, gotinên te ez kêfxweş kirim.

    ReplyDelete
  3. hişê min çû. tevgerek li gor dilê min e. mala te ava

    ReplyDelete
  4. Te xweş nivîstiye birêmin.
    Di vî karê di rêya zanist u zanabunê de serkeftin..
    Ji me kurda re zanist lazime wek nan û avê
    U ji yutubê hatim vê navberê de

    ReplyDelete
    Replies
    1. zor spas. kêfxweş bûm ku te çavek lê nivîsên min gerandiye. di vê warî de divê em piştgirî bidin hev bi hêvî û sebr xwe pêş bixin.

      Delete
Post a Comment
To Top