WERIN EM HEVÊ BI RÊYA PIRTÛKAN NAS BIKIN!

7
Merhebaaa ☘️
Ev cara yekem e ku ez ê behsa jiyana xwe ya taybet bikim. Ez 18 salî me û amadehîyê ezmûna zanîngehê dibim. Bi min ewqas nasîna fermî bes e. Ez ê bi awayekî din xwe bidim nasîn. Bawer dikim ku ji bo vê, pirtûk destpêkekî baş e. Yên ku min nas dikin baş dizanin ku rihê min di pirtûka de ye. Gelek hêj xwendina pirtûkan dikim, ti tişt hesta hinda bûna di nav rûpelan de nade min. Li ser mijarekî mijûl bûn, hişê xwe li serê mijûl kirin hestek nûwaze ye ji bo min. Her wiha li ser mijarekî, ramanên cuda jî diyariyeke pirtûka ye. Pêşketin jî bi van ramanên cuda dibe newlo? :) Ji serde bêhna pirtûkan jî hestek ciyawaz dide. Hema hema darî kirina pirtûkan jî dibe encama kêfxweşî û aramiya min. 

Van rojên dawîn ji ber hîn êşên min ên derûnî, nivîsîna di vê Blogê de jî aramiyek xweş dide min. Ji vê dinyayê hema ji bo saetekê be jî bi saya van nivîsan dûrdikevim. Ez baş dizanim ku bazara kurdî tuneye û nivîsên me zêde nayên xwendin lê ez baş dizanim ku yek, du heb kes hene ku bi kêf van nivîsa dixwînin. Ew kes jî motivasyona min zêde dikin û dibin encama nivîsên min ên nû. 

Em werin li ser mijara xwe. Min ji we re gotibû kêfa min ji xwendina pirtûkan û nivîsînê re tê, wê demê werin ez van herdu tiştên xweş li hev bînim û nivîsek germ ji we re amade bikim. Heke hûn di cihê şîroveyan de daxwazîya nivîsên wisa bikin, ez ê hewl bidim ku nivîsên bi vê awayî bi we re parve bikim. 

Xwendina pirtûkan yek ji kêmasiya me Kurda ye. Her çiqas ev rêjeya xwendinê li van salên dawîn zêde bûbe jî dîsa gelek gelek hindik e. Du sal berê min jî qet û qet pirtûkan nedixwend. Tê bîra min du sal berê, wê demê 16 salî bûm, dema kekê min pirtûkan dixwend min ji re dipirsî tu çima wextê xwe didî pirtûkan, ma li te çi zêde dike. :) Du meh li ser van gotinên min derbas bûn, min rahişt pirtûkekî di derbarê evîna Mem û Zîn de. - wê demê nû bi nû min hişê xwe dida ser kurdiyatiyê- aha piştî wê demê xwendina pirtûkan ji min re bibû ferz. Berîya wê demê,  bidî hev min sê çar pirtûk xilas nekiribû. Piştî pirtûka Mem û Zînê hestek gelek xweş hat min û li ser dilê min rûnişt. Ez mirovê ku di sê çar rûpelan de ji pirtûkê sar dibûm di heftiyekê de min pirtûkên 800 rûpelî xilas dikir. 

Wê demê ez ateîst bûm ku li gor temenê xwe meteryal û argumanên min baş bûn. Lê piştî xwendina hin pirtûkan, hin ramanên nû di hişê min de çirûsin û bûn sedema guherîna baweriyên min. ( niha jî guheriye lê vêga naxwazim behs bikim) Êdî pirtûk ji bo jiyana min dibûn rêberek. Bi nêrînên cuda yên di nav wan de hişê min xwe nûjen dikir û asta min a fikirînê her ku diçû diguherî û pêşdiket. Ev yek jî dibûn encama di mijarekî de ramanên min ên cuda û balkêş.
Pirtûk ji bo jiyana min cihek taybet digirin. Nasîna min a kurdîtîyê jî bi saya pirtûkan bû. Bila Mehmed Uzun her sax be, ji bo destpêka nasîna kurdîtiyê pirtûkên wî gelek bûn alîkar. Jixwe cara yekem min di pirtûkên wî de Mîrê mezin Celadet Alî Bedirxan nas kir. Ji pirtûka Bîra Qederê... Ew pirtûk di nav sê pirtûkên ku herî zêde li ser min tesîr kiriye de ye. Jiyana Mîr Celadet Alî ji min re bibû şîretek û rêbazek jiyanê, tiştê ku kiribû ez matmayî hiştibûm. Ka dê çawa matmayî nehêle. Ew kesê ku jiyana xwe ji bo kurdî feda kiriye... Ew kesê ku pirrziman û zana ji min re êdî bibû rêberek mezin... 

Her çiqas Mehmed Uzun di pirtûka bîra qederê de bê destûr nameyên mîr Celadet bi kar anî be û xeletîyek kiribe jî dema em di warê wêjeya kurdî de dinêrin ev pirtûk diyarî û kêfxweşîyek mezin e ji bo me. Ez ji xwe dizanim û wisa bawer dikim ku ev pirtûk tesîrek mezin li gelek kesan kiriye û bûye encama vekirina çavên wan. Yek ji wan kesan jî ez im.. Piştî wê demê êdî jiyana min de cihek nû vebûbû. Pirtûkên Kurdî...

-Refa min a kurdî-

Dibe ku ev gotin dilê hevalinan bişkîne lê ji xeynî çend pirtûkan, pirtûkên kurdî di rewşekî gelek gelek xirab de ye. Ez dikarim bi rihetî bibêjim ku ji bo qedrê Kurdî ez pirtûkên kurdî bi zorê be jî dixwînim. Armanca min a yekem hînbûna peyvên nû ye, ne hîn bûna têgehên nû ne, jixwe zêde jî têgehên nû tunene. Pirtûkên me di nav hewşekî de asê mane û nikarin ji wê hewşê derkevin. Heke ne ji bo hînbûna peyvên nû bûya min ê ti car pirtûkek kurdî nexwenda. Ev jî rastiyek wêjeya kurdî ye. (dibe ku hûn wisa nafikirin lê min gelek pirtûkên kurdî xwendine û gelemperiyê wan jî pirtûkên bijarte bûn. Pirtûkên min xwendine bûne sedema van ramanên min.)

Herçî ez werim dawiya nivîsa xwe û di dawiya nivîsa xwe de çend pirtûkan pêşnîyarê we bikim. Pirtûkên ku pêşniyar bikim dê gelemperî ji Edebîyata Kurdî bin. Heke li gor daxwazîyên we ez dikarim di derbarê wêjeya cîhanê de nivîsek amade bikim û hîn pirtûkan pêşnîyarê we bikim. 


1) MÎRNAME - JAN DOST
Bi min serkeftîtirîn Romana Kurdî ye. Him şêwaz him jî teknîka romanê gelek balkêş û hêja bû. Dema min xilas kir xemginiyek li ser dilê min rûnişt. û paşî wisa fikirîm, xwezî Jan Dostî dev ji siyasetê berdana, hemû enerjîya xwe li ser pirtûkên kurdî kom bikira û pirtûkên wisa gelek hêja diyarî edebîyata kurdî bikira. 
Di vê pirtûkê de bi awayekî sembolîk ku ji karekterên cuda behsa Ahmedê Xanî tê kirin.. Ahmedê Xanî dil dike ku nameyekê ji mîrî re bişîne lê nagihîje mîraza xwe û jiyana xwe ji dest dide. Jan Dost bi zimanekî herikbar, zengîn, fêmbar û helbestane bi rêya xanî behsa hemî nakokîyên civata kurdan rapêş kiriye ku ew nakokî hê jî hene; birakujî, sîxurî, şerê navxweyî, şellafî, qebulkirina serdestiya romî û eceman, guhpênedana zarê kurmancî, têkiliyên jin û mêran, meleyên sexte yên malîkşewitî... hwd 

*Ev paragrafa dawîn jêgirtin û sererastkirinek e. 


2) BÎRA QEDERÊ - MEHMED UZUN
Bêguman di Wêjeya Kurdî de ev pirtûk cihek gelek girîng digre. Li gor dema xwe derketina pirtûkek wisa encama jêhatîbûna Mehmed Uzun e. Şêwaz û teknîka vê pirtûkê li gor pirtûkên din gelek cudatir e. Di vê pirtûkê de em jiyan, neçarî, xerîbî, kêfxweşî, mirinê ji hêla wêneyan ve dibînin. Ango Mehmed Uzun wêneyan daye xeberdan. Wêne ji me re êş û keserên Mîr Celadet vedibêje. Ji aliyê şanzdeh wêneyan ve.. Di nav wan wêneyan de êş, keser, bextewarî û mirin heye. Pirtûk ji me re jiyaneke ku ji bo kurdî hatiye xerc kirin bi awayekî hosteyî vedibêje. Mehmed Uzun, ji çêbûna mîr Celadet, heta mirina wî bi awayekî kronolojik; behsa tiştên ku hatine serê wî dike. Tê de gelek caran em xemgîn dibin lê ev jî heye pirtûk dibe encama zêdebûna mativasyona me. Ma çawa nebe, jiyana ku Mîr Celadet Alî Bedirxan jîyaye dê çawa nebe encama motivasyonê. 
Ez ê ji we tiştekî bixwazim, vê pirtûkê dîyarîyê hevalên xwe yên zêde li ser kurdî ne mijûl e bikin û piştre hûn ê bibînin ku pirtûk tesîrek çawa li ser van kesan kiriye


3) MANÎFESTOYA PARTÎYA KOMUNÎSTÎ - KARL MARX, FRIEDRICH ENGEL 
Manîfestoya Partiya Komunîstî cara pêşî 21ê Sibata 1848an ji hêla Karl Marx û Friedrich Engels ve hatiye weşandin. Her çiqas di rûpela yekemîn a manîfestoyê de navên Friedrich Engels û Karl Marx bi hev re wekî nivîskar hatiye nîşandan jî Engels piştî mirina Marx, di pêşnivîsa çapa Almanî ya sala 1883an de wiha nivîsîye: "Fikra bingehîn a li ser vê manîfestoyê, tenê û bi temamî ya Marks e."

Manîfestoya Komunîst ji 23 rûpelan pêk tê û bi awayekî sîstematîk rêgezên bingehîn ên sosyalîzmê nîşan dide û ew belgeya herî girîng a sosyalîzma zanistî tê zanîn. Her wiha Manîfestoya Komunîst, daxuyaniya yekemîn a komunîzmê ye ku dibêje "Burjuvaya proletarya û amûrên taybet ên samanê taybet (mulkiyeta taybet) divê bi saya şoreşekê ji holê bê rakirin û divê pergaleke civakî yê bê çîn pêk were." 
*Min di derbarê vê de nivîsek dirêj û fêmbar nivîsîbû. Hûn dikarin ji vir bixwînin. Herê

4) AVESTA 
Navê pirtûka dînê zerdeştîyê, Avesta ye. Avesta, kitêba zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya dînî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek beşan pêk hatiye ku bi demê re û ji ber hin sedemên cuda gelek beşên wê wenda bûne. 
Heta niha zanayên avestanas û pisporên wê li ser wateya vê peyvê li hev nekirine. avestanasên navdar wekî profesor gildiner û andreas dibêjin ku bingeh û koka avestayê, ji pehlewî ji upesta hatiye wergirtin ku wateya wê bingeh û destpêk e. lê bi giştî “avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" jî tê zanîn. 
*Min di derbarê vê de nivîsek dirêj û fêmbar nivîsîbû. Hûn dikarin ji vir bixwînin. Herê

5) MIRINA KALEKÎ RIND - MEHMED UZUN
Dema min nû hişê xwe dida li ser kurdiyê min ev pirtûk xwendibû. Ji bo despêkê pirtûkek baş bû. Vê pirtûkê bi taybetî pêşnîyarê xwînerên nû dikim. 
Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin...
Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne.

*Min di derbarê vê de nivîsek dirêj û fêmbar nivîsîbû. Hûn dikarin ji vir bixwînin. Herê

6) MALCOLM X - ALEX HALEY
Dixwazim bi gotinekî dest vê nivîsê bikim.
"Mirov fêm nakin ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne." - Malcolm X

Nizanim ev gotin ji bo we tê çi wateyê, lê wateya vê gotinê ji bo min gelek kûr û hestwar e. Ez bixwe dizanim ku pirtûkek tenê dikare jiyana mirovekî biguherîne. Ji bo min jî ev yek ji wan pirtûka bû.

Pirtûk bi kurtasî qala jiyan û têkoşîna Malcolm X dike. Di pirtûkê de Malcolm X, bi navê xwe yê din Malik Al-Şahbaz, carna dibe hevalê me, carna dibe rêberê me, carna jî dibe mamosteyekî me yê hêja. Pirtûk car caran qala Malcolm x dike, car caran jî qala rewşa Kurdan. Ji ber ku di pirtûkê de cihê reşik û kurdan bi hev biguherînî ti ferqek dernayê holê.

*Min di derbarê vê de nivîsek dirêj û fêmbar nivîsîbû. Hûn dikarin ji vir bixwînin. Herê

7) WHEN NIETZSCHE WEPT / NIETZSCHE AĞLADIĞINDA - IRVIN DAVID YALOM 
Hin jî tehma vê pirtûkê di devê min de ye. Ev pirtûk di top5a min de helbet cih digire. Ger di pêşerojê de baş fêrî zimanê îngilîzî bibim ez ê vê pirtûkê diyarî xwînerên kurdî bikim. wisa bifikirin ku min bi sedan pirtûk xwendiye lê tenê ev pirtûk hestekî wisa daye min. 

Pirtûka ku ji aliyê psîkiyatrê navdar Irvin David Yalom ve hatiye nivîsîn, qala pêvajoya tedawîya ya di navbera Dr. Josef Breuer û Prof. Friedrich Nietzsche dike. Şêwaza ku Îrvîn D. Yalom bi kar aniye gelek zelal, herikbar û hêja ye. Hema hema hemû kesên di pirtûkê de derbas dibin mirovên rast in; Lê çîrok bi hêza pevxistina nivîskarê geş dibe û dixemile.

Bûyera vê romanê di sedsala 19a, beriya dîtina zanista psîkoanalîstê, li vîyanayê derbas dibe. Her wiha pirtûk qala mirovên navdar ên vê serdemê jîyaye wekî Josef Breuer, Sigmund Freud, Lou Salome dike. Bi kurtasî dikarim bibêjim pirtûk li bin, lihevanîna nêrînên zanistî û felsefî yên van kesên navdar û Nietzsche bingehî dide û bi vê encamê romaneke rast/xeyalî derdikeve holê.

*Min di derbarê vê de nivîsek dirêj û fêmbar nivîsîbû. Hûn dikarin ji vir bixwînin. Herê

Post a Comment

7Comments
  1. Di vê temenê de, bi van tiştên xweş re mijûl î. Bera jî dema nivîsên te dibînim bextewar dibim. û ez dixwazim nivîsek di derbarê wêjeya cîhanê jî amade bikî ku em jê sûd wergirin. dest û hişê te sax bin. Her li vir be û me ji nivîsên xwe bêpar nehêle. ������

    ReplyDelete
    Replies
    1. di pêşîka spasiyê bikim lê temenê min ne temenekî bê pîroz kirine. gelek caran lê pîrozbahiyên wisa têm lê bi rastî piştî cihekî mirov aciz dibe. ji ber ku tiştê ku dikim tiştên asayî ne ne yên bên pîroz kirinê ne. heta ji destê min hat û ezmûn ji min re nebe asteng ez ê hewl bidim ku nivîsên bi vê awayî parve bikim.

      Delete
  2. Ez bi hemû hestên xwe yê bê sînor te pîroz dikim birayê delal🌼
    Hêvîdarim tû ê bêhtir pêş bikevî û em ê ji her alî ve bi te serbilind bin, te ji xwe re mînak bigirin. Bi silav û rêz. Xebatxweş 😍👏

    ReplyDelete
    Replies
    1. Peyamên te yên rind ez pirr kêfxweş kirim. Hêvî dikim em ê bi hev serbilind bin û xebatên gelek hêja dîyarîyê zimanê xwe bikin. 😊☘️

      Delete
  3. Bi pirtûk û bi taybetî bi afîşka ciwan haco ya li ser dîwêr ez bi odeya te heyirî mam. hinekî jîhesûd bûm:)

    ReplyDelete
    Replies
    1. ahah, bi dizî û bi sebr tu jî dikarî odeyek wiha biafirînî kak cinorek😄
      û xoşhalem kê în peyam ro nêvêştî. ☘️😚

      Delete
  4. destên te sax bin

    ReplyDelete
Post a Comment
To Top