HER HEFTIYÊ STRANEK2: EDERLEZÎ...

2
Ederlezî straneke gelêrî ya mirtibên (qareçî) Balkanan e ku di van salên dawîn gelek binavûdeng bûye. Stran navê xwe ji cejna ku ji aliyê mirtiban ve ji bo hatina biharê tê pîroz kirin wergirtiye. ev cejn 6ê gulanê tê pîroz kirin û tê wateya hatina biharê.
Ederlezî ku li Bulgaristan û Sirbistanê wekî festîvala Aziz george tê zanîn êdî ne tenê ji aliyê mirtiban ve ji aliyê gelek netewan ve tê pîroz kirin.

Gelek stranbêj vê stranê bi şêweya xwe ve gotine lê dema em ederlezi godar dikin bi taybetî tenê versîyonek tê bîra me.  strana goran bregović a ji bo fîlma wextê mirtiban ve hatiye çêkirin. 


Gelek versîyonên vê stranê wekî romanî, yewnanî, bulgarî, kurdî heye û Gotinên hemûyan cuda ne. Ya herî popûler jî Ederlezî ya Goran Bregovic e.

zimanê orjînal
sa me amala oro khelena
oro khelena, dive kerena
sa o roma, daje
sa o roma, babo, babo
sa o roma, o daje
sa o roma, babo, babo
ederlezi, ederlezi
sa o roma, daje

sa o roma babo, e bakren čhinen
a me čhorro, dural bešava
romano dive, amaro dive
amaro dive, ederlezi

e divado babo, amenge bakro
sa o roma, babo, e bakren čhinen
sa o roma, babo, babo
sa o roma, o daje
sa o roma, babo babo
ederlezi, ederlezi
sa o roma, daje

kurdî
tev hevalên min oro dilîzin
oro dilîzin û îroyê (xidirellez) pîroz dikin
dayîka min, tev roma
bavo, bavo tev roma
ax dayika min tev roma
bavo, bavo tev roma
xidiryas, xidiryas
dayîka min tev roma

bavo tev roma nêçîra berxa dikin
ji bilî min, rebenê ez, cihekî cûda rûdinim
roja qereçîya, roja me
roja me, xidiryas

bavo berxekî bidine me
bavo, bavo tev roma
ax dayika min tev roma
bavo bavo tev roma
dayîka min tev roma



Tags

Post a Comment

2Comments
  1. zimanê serbo-krotî pir dişibe kurdî.
    ger ez şaş nebim gotinên wê stranê bi zimanê serbo-krotî ye.
    oro khelena, dive kerena.
    ...na,. ....na
    merî dibêje tew zazakî ye.

    ReplyDelete
    Replies
    1. bi rastî jî gelek dişibe. dema cara yekem min ev stranê godar kir min jixwe got, gotinên vê stranê aîdê yek zimanên kurdî ye. 😄

      Delete
Post a Comment
To Top