GULOPA KU 120 SAL E PÊKETIYE Û KAPÎTALÎZM...

1
Silav û rêz xwendevanên min ên ezîz. :) Ez ê îro qala gulopek dîrokî bikim û bi vê gulopî ez ê bi çavek rexneyî li ser kapîtalîzmê nivîsek binivîsim. 

Li îstasyonek piçûk a agirkujiyê li Livermore, Calîfornîayê gulopa centennial bulb ku tê wateya gulopa sed salî ji sala 1901-an vir ve pê ketiye. Ew temendirêjtirîn gulopa heya niha ye. Hûn dikarin di malpera centennialbulb.org ku di her 30 çirqeyan de tê nû kirin lê darî bikin. 

Ev gulop, di salên dawîn ên sedsala 19an de li bajarê Ohio ji hêla Shelby Electric Company hatiye çêkirin. Yekem kesê ku van gulopan kirîye jî xwediyê power and water company-ê Dennis Bernal e. Di heman salê de Dennis Bernal şîrketa xwe firoşt û vê gulopê diyarî agirkuja bajarî kir. 

Centennial bulb, di sala 1972-an de wekî gulopa herî domdar a ronahiyê di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de cih girt û her çend di salên 1988-2006an de bê sedem ji vê pirtûkê hatibe derxistin jî, di sala 2007an de dîsa tevlî pirtûkê bû. 

Ev gulop ji 120 sal û milyonek û 100 hezar saet zêdetir e pê ketiye. Tiştê balkêş jî ew e ku gulopek wisa çawa dikare 120 sal pêketî bimîne? Ez dikarim wisa ji we re rave bikim. 
Berê ger tiştek nehatiba serê amûrekî, zû bi zû xira nedibûn. Her wiha vêga amûrên em dikirin tenê ji bo demek kin hatine çêkirin. Ango berwara wan ê kevbûnê heye. Ev hemû sextekarîya kapîtalîzmê ye. We qet fikirîye ku teknolojîyeke ewqas pêşketî çawa dikare amûrek tenê 5 salî bikare were bi kar anîn derbixe holê. Ev hemû leyîstokeke bîrdoziya kapîtalîzmê û gotina heta ku te bir bikar bîne ye. Ger ev amûr xira nebin wê şîrketên mezin çawa tiştên xwe bifiroşin? wê çawa di salekî de milyonan tiştan bifiroşin? Ev tişt di dermanan de jî wisa ye. ez ne ji bo hemûyan dibêjim, ez baş dizanim ku gelek mirovên dilxwaz hene. Lê hinek fîrmayên çavtêrnebûyî bi qestî di dermanên xwe de tiştên ku dibin sedema effektên pê re(side effect) bi kar tînin û êşên nû derdixînin û dîsa dermanên xwe difiroşin û pere bidest dixin. Bi kurtasî dema em beriya kapîtalîzm xurt bû û vêga dinêrin em dibînin ku temenê tiştan gelek kêm bûye, fîrmayên mezin ji bo zêdetir pere bidest bixin hezar sextekariyan dikin û xwe bi van sextekariyan xwe dewlemend dikin. Dema em vê mînaka gulopê dinêrin, em têdigihin ku ger çavtêrnebûyî tunebûya me dikarî amûran bi deh salan bi kar bianiya.... 

Post a Comment

1Comments
  1. agahiyek balkêş bû, sihet xweş.

    ReplyDelete
Post a Comment
To Top