Felsefeya Serdema Helenîstik...

0



Piştî êrîşên Îskenderê Mezin li ser Hindistanê, felsefeya yewnanan û felsefeya rojhilatî li hev ket û felsefeya rojhilatî bandorekî mezin li ser felsefeya yewnanî kir. Piştî vê bandorî pergala felsefeya yewnanî xwe berda şûna hin probleman. Bi saya Arîstotelesî felsefeya yewnanan ketibû şiklekî lê piştî Arîstotelesî ev şikl bidawî bû. Piştî Arîstotelesî êdî ew ne felsefeya yewnan bû, êdî ew nirxên ku felsefeya yewnanî pergalên cuda bû. Felsefeya helenîstik jî tê wateya ku felsefeya ku ji rojhilatî bandor kiriye û li dorahiya behra spî bingehî daye.


Serdema helenîstik, piştî mirina îskender (B.Z 323) li dewletên ku behra spî ava bûne bi lihevketina felsefeyên rojhilatî û yewnanî dest pê kiriye. Ev serdem heta împaratorîya Romayê berdewam kiriye û bi xiristiyanîyê bidawî bûye. Beşên vê serdemê bi kurtasî ev in.

  • helenîstik 
  • împaratorîya Romayê.
  • xiristiyanî 


Em dibînin ku piştî Arîstotelesê ku digot gerdûn ji çar elementên sereke çêbûye ew jî agir, ax, hewa û agir in, zêdetir li ser zanistê hatiye sekinîn . Bi taybetî di bîrkarî, zanistên xwezayê fîlolojî û dîroknasîyê de xebatên serkeftî derketine. Felsefe jî di pratikê de hatiye xemilandin û bi agahiyên ku rojane yên bê Kêrr werin sekinîne.

em dikarin felsefeya helenîstik bi du beşa veqetînin.

serdema exlaqî 

serdema dînî

serdema exlaqî piştî Arîstotales destpê dike. serdema dînî jî bi zayîna Îsa destpê dike.


piştî Arîstotelesî felsefe wekî felsefeya exlaqî derdikeve pêşberî me û girîngî li ser lêkolînên zanistî hatiye dayin. Di vî demê de Tiştê ku ji bo mirovan baş be bi alîkariya felsefeyê hatiye vegotin, ji bo kêfxweşîya mirov ketine gera rasteqîna bera. Helenizm mijara sereke felsefeya romayî. Ev felsefe heta zayîna Îsa berdewam dike û dixwazin pirsa van pirsan bidin: jiyana exlaqî çi ye? mirov li ku dikare bextewar bibe.


Di serdema helenîstik de gelek dîn tesîrê felsefeyê kirine lê yek jî wekî piştî mirina Îsa di 300 salan de piştî konsîla Îznîkê xirîstiyanî tesîr nekiriye. Di konsîlê de Încîl hatiye yek kirin û teslîs hatiye qebûl kirin piştî demekê kurt xirîstiyanî dibe dînê împaratorîya Romayê.

Tags

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top