Roja Rûmeta Karkeran: Yekê Gûlanê...

0


1ê Gulanê Cejna Karkeran, roja ku bûye sembola têkoşîna kedkaran e. Ev roj li gelek welatên cîhanê tê pîrozkirin û ev roj bîranîna têkoşîna ji bo parastina mafên karkeran, başkirina şert û mercên xebatê û bihêzkirina çîna karkeran zindî dihêle.

Destpêka 1ê Gulanê digihîje nîvê sedsala 19an. Di vê serdemê de pîşesazîbûn bi lez belav dibû û karker bi kêşeyên wek kêm meaş, demdirêjiya kar û şert û mercên nebaş ên xebatê re rû bi rû diman. Karkeran ji bo parastina mafên xwe dest bi rêxistinbûnê dikirin û bi hev re têdikoşiyan.

Çirûska yekem ê yekê Gûlanê ji aliyê karkerên Avusturalya hate pêxistin. Di sala 1856 de, karkerên Avustralyayê yekem greva girseyî pêk anîn û xwestin mafê di rojê heşt saet xebitînê bistînin. Di grevê de jî civîn, çalakî û şahî hatin lidarxistin. 

Patronên kargeh û atolyeyan cara ewil dengê xwe derdixistin. Patron fêm kiribin li pêşberî hêzek mezin in û ger vê hêzê neşkînin dê pêşerojê de bi kêşeyên mezin re rû bi rû bimînin. Ev greva yekem li welêt ew qas serkeftî bibû ku biryar hat dayîn wê her sal were pîroz kirin. Gavnê li Awûstralyayê hatin avêtin di demeke kin de gihîşt welatên din.


Di sala 1864an de rêxistinên karkerên Îngilîstanê bi daxwaza 8 saetan kampanyayek dan destpêkirin. Ev kampanya belavî hemû cîhanê bû û li gelek welatên din karkeran bi daxwaza 8 saetan di 1ê Gulana 1886an de dest bi greva giştî kirin.

Di 1ê Gulana 1886an de li DYAyê nêzî 350 hezar karker ketin grevê. Li bajarê Chicago yê Amerîkayê di 1ê Gulana 1886an de di encama bûyerên ku di dema grevê de derketin de 4 karker, ji ber gulebarana polîsan li ser karkeran, jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê bertekên mezin li cîhanê kir û têkoşîna karkeran hîn xurtir bû.

Piştî vê grevê, ji kar derxistin zêde bûn û gelek karkeran xistin hepsê û 8 kes jî bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Yek ji wan mirovên xwestin bikujin jî Albert Persons bû. Ji Persons re gotin ger tu bexşandinê bixwazî em ê te efû bikin. Lê Albert Persons vê yekê qebûl nekir û bi van gotinan mohra xwe danî ser dîroka roja karkeran.

"Hemû dinya dizane ti tawanê min tune ye.
Ez ne ji ber kujerek im, ji bo ez karker im hûn min didaliqînin."

Xwestina daliqandina karkeran, karkerên hemû cîhanê xistin şokê. Enternasyonalên ll. di sala 1889ê di kongreya xwe ya li Parîsê, ji bo piştgiriya têkoşîna karkerên Amerîkî li seranserê cîhanê çalakiyan li dar xistin. Ji bo her tim bên bîranîn û heqê xwe bistînin xwestin rojekî taybet hilbijêrin. Ji ber vê yekê jî sala 1890an pê ve 1ê Gulanê wekî “Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê ya Navneteweyî” hat qebûlkirin.


1ê Gulanê Cejna Karkeran ji bo bîranîna, van bûyeran dest pê kir û bi demê re bû sembola tevgera karkeran. Îro gelek welat 1ê Gulanê wekî cejneke fermî qebûl dikin û karker, sendîka û rêxistinên din vê rojê ji bo parastina mafên karkeran wek firsend bikar tînin.

Di encamnameyê de 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, roja ku di dîroka têkoşîna çîna karkeran de xwedî cihekî girîng e, bi bîranîna têkoşîna ji bo parastina mafên karkeran û başkirina şert û mercên xebatê zindî dihêle.

Tags

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top