NÊRÎNEK LI SER JIYANA SYLVIA PLATH Û FÎLMA SYLVIAYÊ...

1

Min bi saya fikrên xwekujîyê Sylviaya diltenik naskir. Piştî min ew dît, ketim şopa wê. Her wiha min jiyana wê mereq kir. Piştî hin agahiyên di derbarê wê de, min dest pirtûkên wê kir. Pêşî bi helbestên wê min dest xwendinê kir. Piştî pênc pirtûkên wê yên helbesta min got çi taybetiyeke wê heye ku wê ewqas navdar dike? Paşî min gotina wê ya "Mirin jî hunerek e, vê karî baştirîn ez pêk tînim." dît. Wê demê tê gihîştim ku xwe kuştiye lê çawa, çima? Pirsên wiha di hişê min de diçûrisîn. Bi vê awayî ez ketim heyra wê. Piştî vekolînên min ên di derheqê jiyana wê de min fîlma Sylvia dît û darî kir. Ez ê pêşî qala jiyana wê ya di fîlmê de derbas nabe bikim paşî derbasî nirxandina fîlma Sylviayê bibim.


"Sylvia helbestvan û nivîskara Emrîkî ye. Di sala 1932 ya de li massachusettsa Emrîkayê hatiye dinyayê. Eslê wê cihû bû. Bavê wê di 8 saliya sylviayê de miriye. Her wiha mirina bavê wê, li ser wê tesîreke xirab hişt. Wê demê Sylvia ceriband ku xwe bikuje. Lê tevgera dixwest pêk neanî. Piştî vê tevgerê di temenê xwe yê piçûk de dest nivîsîna helbestan kir û helbesta xwe ya pêşî di 8 salîya xwe de weşand. Piştî vê demê di gelek, kovar û rojnameyên de nivîsî. Sal derbas bûn, Sylvia di partiyeke de ted hughes naskir û pê re raza. "

TED HUGHES Û SLYVIA PLATH  LI SER MIJAREKÊ DIFIKIRIN 

FÎLMA SYLVIAYÊ


Beriya her tiştî fîlm ne li ser jiyana Sylvia Plath e, tenê li ser têkiliya wê ya bi helbestvan Ted Hughes re ye. Ji ber vê yekê film qala bi hev re jiyîn û pirsgirêkên wan dike. Lê belê pişka ku herî girîng a rewşa derûniya Plath a xirab, ango rewşa wê ya beriya Hughes di fîlmê de cih nagire. Di serde di fîlmê de, hestên Plathê ku dijî jî gelek kêm tê dîtin. Metnên di fîlmê de hatine bikaranîn hema bêje tune ne, ji ber ku keça Plath û Hughes Frîda Hughes piştgiriyê nedaye fîlmê û nehiştiye ku  helbestên dayika wê di fîlmê de cih bigrin.

Ev tiştên girîng jî nehiştiye ku em Sylvia ya resen nas bikin. Berevajî bê van tiştan, Sylviayek hesûd, paranoyak û jixwe nebawer derketiye pêşiya me. Her wiha kalîteya fîlmê jî ketiye û fîlmek nîv-beredayî derketiye pêşberî me.

-GYWNETH PALTROWÊ KU DI ROLA SYLVIAYÊ DE LEYÎSTIYE - 

KURTEÇÎROKA FÎLMÊ:

Di vê nivîsê de wê gelek spoiler hebin êdî hûn bi kêfa xwe ne.

Sal 1956 e. Li îngilistanê Sylvia ya ku hê navdar nebûye û ted hughesê helbestvan li partiyeke de hev dinasin. Lê pêşiya nasîna wan li Cambridge Sylvia rêzikên ted hughesê xwendiye û Ted xweşa wê çûye. Her wiha Ted jî dema Sylvia dibîne dilê wî dikevê. Piştî demeke kurt hevnasîna wan kûr dibe û dizewicin. Lê zewaca wan bi xwe re pirsgirêkên mezin tîne. Sylvia ferq dike ku hin dilê jinên din jî di Ted de ye. Pirr hesûd û hêrs lê hesûdîya xwe di nav xwe de vedişêre.

Sylvia jî helbesta dinivîse û bi saya helbestan roj bi roj baştir dibe. Lê ev tişt zêde berdewam nake. Piştî demekê Sylvia di bin siya profesyonel bûna Ted de dimîne. Êdî wekî berê nikare binivîse. Xwe dide karê malê.

Her çiqas dem derbas bibêje gumana îxaneta Ted di dilê wê de asê dimîne.  piştî van tev rewşa, dilnizm û dilsojiya Sylvia li ser jiyana wê bandor dike û xwe dixwaze bikuje. lê çênabe...

Du zarokên wê çêdibin û xwe dide mezinkirina zarokan. Sal derbas dibin lê hê jî gumana îxaneta mêrê wê di dilê wê de ye.  Rojekê li kolanê sylvia mêrê xwe li bal jineke dibîne. Rojekê din jî xebera ted bi jinekê re razaye dibihîse. Vê carê rewşa wê ya derûnî gelek xirab dibe. Di vê rewşa derûnî de çareseriyek tenê dimîne. Dema zarokên wê radikevin binê ocaxê vedike û xwe dikuje...






Post a Comment

1Comments
  1. Destên te sax bin. Bi rastî nivîsek gelek hêja ye.

    ReplyDelete
Post a Comment
To Top