Di zimanên cîhanê de gelek peyv hene ku koka wan digihîje Kurdistan û Rojhilata Navîn. Armanca me jî ev e ku em van peyvên xwemalî nas bikin û bidin naskirin.
Heya niha min pênc heb dîtin: pêceme, şekir, karwan, tas, çeqel.
REHNASIYA PÎJAMEYÊ : Ji fransî pyjama ji inglîzî pyjama yan pajama ji hindî पैजामा (peceme) ji zimanên îranî, hevreha farisî پایجامه (paycamê) ji پای (pay: pê, ling) + جامه (camê: caw, cil). Anku ev peyveke îranî ye lê li dor dinyayê geriyaye û dîsa li kurdî û farisî vegeriyaye (nîşeya min: li vir qala pîjameyê dike, lê heya niha min nedîtiye ku kes gotiye pîjame, her kes dibêje pêceme û ev ne forma ku ji fransî vegeriyaye ye, ev forma xwemalî ya kurdî ye û dirust e). Bi farisî jî forma bi rêya hindî û inglîzî ji fransî vegeriyayî serdest e: پیژامه (pîjamê). Formên ku tê de li cihê "p" dengê "b" heye bi rêya erebî hatine ji ber ku "p" di erebî de nîne.
REHNASIYA ŞEKIRÊ:Hevreha soranî شهکر (şekir), farisî شکر (şeker), belûçî شکل (şekkel), pehlewî 𐭱𐭪𐭥 / 𐫢𐫞𐫡 (şeker), ji sanskrîtî शर्करा (śárkarā), ji proto-hindûewropî *ḱorkeh- (xîz, qûm, berikên hûr).
Peyva tirkî şeker, siryanî ܫܟܪ (şekker) û erebî سكر (sukker) ji zimanekî îranî ne. Bi rêya erebî peyv ketiye zimanên ewropî û pê re hemû dinyayê, bo nimûne fransî sucre, inglîzî sugar, almanî Zucker, spanî azúcar (ji forma diyar ya erebî es-sukker).
Peyva rûsî са́хар (sáxar) jî ji heman rehê sanskrîtî ye lê bi rêya yûnaniya kevn σάκχαρ (sákkhar) e.
Hevwateya wê qend jî ji sanskrîtî खण्ड (khaṇḍa) ye. Ji vî rehî herwiha inglîzî candy (şekirok, şîrînahî).
REHNASIYA KARWANÊ : Hevreha soranî کاروان (karwan), farisî کاروان (karvan), pertî kʾrwʾn, pehlewî karewan, hexamenişî 𐎣𐎠𐎼 (k-e-r-, kare-: leşker, mirov), sanskrîtî कुल (kula: ref, revde, kom), lîtwanî kãras (ceng, şer), latviyayî karš (ceng, şer), yûnaniya kevn κοίρανος (koíranos: fermander, serleşker), gotî 𐌷𐌰𐍂𐌾𐌹𐍃 (harjis: artêş), swêdî här (leşker), danmarkî hær (leşker), almanî Heer (leşker), holendî heer, inglîzî here (dijmin), îrlendî cuire (ref, kom)...
Hemû ji proto-hindûewropî *kor-os, *kory-os (artêş, leşker). Anku maneya bingehîn ya peyvê pêşî "leşker" bû, paşî bûye "leşkerên bi rê ve", paşî her koma ku bi rêyeke dûr ve diçe.
Ev peyv ji zimanên îranî li seranserî dinyayê belav bûye: ermenî կարաւան (karawan), osmanî كاروان (karvan), tirkî kervan, azerî karvan / карван, tirkmenî kerwen / керуен, qazaxî керуен (kerwen), gurcî ქარავანი (karavani), yûnanî καραβάνι (karaváni), albanî karvan, bulgarî керван (kervan) û карван (karvan), hindî कारवाँ (karvan), îtalî carovana û caravana, portugalî û spanî caravana, almanî Karawane, fransî caravane, inglîzî caravan, holendî karavane, swêdî karavan, karavaani... û bi dehan zimanên din.
Heman peyv bi forma karavan wek navê "xaniyê seyar" yan tirimpêla tê de nivistinê/raketinê" ji inglîzî vegeriye kurdî û zimanên din jî yên îranî.
REHNASIYA TASÊ : Hevreha farisî تاس (tas), tacikî тос (tos), belûçî تاس (tas), pehlewî teşt, ji zimanên îranî. Ji eynî rehî: teşt, test (aman) û belkî taşt / têşt jî. Peyva "tas" ji zimanên îranî li piraniya dinyayê belav bûye: erebî طاس (ṭās) (ṭas), tirkî tas, latîniya navîn tassa, fransî tasse, spanî taza, almanî Tasse, portugalî taça, ermenî թաս (tʿas), gurcî თასი (t’asi), slaviya kevn тазъ (tazŭ), albanî tas, bulgarî тас (tas), yûnanî τάσι (tási), rûsî, belarûsî û ukraynî таз (taz)...
REHNASIYA ÇEQELÊ : hevreha soranî چهقهڵ (çeqeł), farisî شغال (şeẍal), sanskrîtî सृगाल (sṛgale), hemû ji proto-îranî. Çakal ya tirkî û peyvên hevwate bi zimanên ewropî ji zimanên hindo-îranî hatine wergirtin: inglîzî jackal, fransî chakal, almanî Schakal, spanî û portugalî chacal, rusî шакал (şakal).
-KEYOMERD