NÎGARÊN KU DERÛNIYA MIROVAN XIRA DIKIN...

0
Merhebaaa ji we re, ez ê îro dîsa behsa nîgaran bikim. Huner û nîgar ev çend sedsalên dawîn pêşketin û di xwezaya mirovan de cih girtin. Bi vê pêşketinê gelek nîgarên nûwaze û di heman demê nîgarên seyr û balkêş jî derketin. Ez ê îro behsa wan nîgarên seyr bikim. 

1) NÎGARA LO CHANG PENG 
Hat dîtin ku kesên demeke dirêj li vê tabloya ku xwediyê hunermendê Taywanî ye mêze dikin, hîn kêşeyên psîkolojîk derdikevin. Piştî demekê hesta tirsê dikeve nav dil.

2) SEAN ROBINSON, NÎGARA MÊRÊ ÊŞKIŞANDΠ
Bi min dramîktirîn nîgar ev e. Ev nîgar ji aliyê Sean Rabinson ve hatiye xêz kirin. Nîgarxêz pêşî bi xwîna xwe ve nîgarê xêz dike paşî jî xwe dikuje. Dibe ku dema nîgarxêz vê tabloyê xêz dikir di hesta zilamê ku di tabloyê de bûya. 

3) NÎGARA VENÛSÊ LÊ EYNIKÊ DINÊRE
Taybetmendiyeke vê tabloyê heye, her kî bi xwediyê vê nîgarê yan dimire yan jî tê kuştin. Pêşengeh vê tabloyê qebûl nekin. Ji serde kesên ku vê tabloyê dibînin dixwazin perçe perçe bikin

4)NÎGARA YUKO TATUSHIMA 
Xwediyê tabloyê Yuko Tatushima ye. Tê gotin ku dema mirov demek dirêj lê vê tabloyê darî dikin, kêşeyên psîkolojîk dikşînin û hesta xwekuştinê li ser wan digre.

5) DAYIKA MIRÎ, EDVARD MUNCH 
xwediyê vê tabloyê Muche ku di heman demê de nîgarxêzê tabloya "Qêrîn" e. Kesên ku vê tabloyê li mala daleqînin dibêjin ku keçikek biçûk her tim pey me ne. û li malê jî qirina jineke nexweş tê. 

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top