PIRTÛKA PÎROZ A ZERDEŞTIYÊ, AVESTA...

0


Navê pirtûka dînê zerdeştîyê, avesta ye. Avesta, kitêba Zerdeşt û komberhema herî kevnar a gelê arî ya Dînî ye ku li gor hin çavkaniyan di destpêkê de ji bîst û yek beşan pêk hatiye ku bi demê re û ji ber hin sedemên cuda gelek beşên wê wenda bûne. 

Heta niha zanayên avestanas û pisporên wê li ser wateya vê peyvê li hev nekirine. Avestanasên navdar wekî profesor Gildiner û Andreas dibêjin ku bingeh û koka avestayê, ji pehlewî ji upesta hatiye wergirtin ku wateya wê bingeh û destpêk e. lê Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" jî tê zanîn. 

Di derbarê zimanê ku Avesta pê hatiye nivîsandin û pê hatiye gotin de, tu cihê gumanê nemaye ku zerdeşt bi zimanê madî/Medî axivîye û avesta jî heman bi wî zimanê hatiye nivîsîn. Lê belê bi dirêjahîya dewranê re ev ziman ji holê rabûye û wek zimanekî axaftinê nemaye.

di derheqê vê mijarê de dixwazim çend şîroveyên pisporan bidim li ber çav;
rasmus rask: li gorî filologê danîmarkî, zimanê avestayî zimanê medan bûye û zerdeşt bixwe jî xêla medî bûye.

durmesteter: li gorî durmesteter, avesta di serdema medan de hatiye nivîsandin, zimanê medan heman ew ziman e ku avesta pê hatiye nivîsandin.


AVESTA û îskenderê MEZIN:
Di dema mediyan de, medî, xwediyê pirtûkxaneyaka pir mezin bûn. bi sedsalen nivîsarên ku hatibûn nivîsandin di wê pirtûkxaneyê de bi cih dibûn. ew pirtûkxane heta hatina îskenderê mezin ku kurd jê re dibêjin îskenderê zûrqarneyn di nav mezintirîn pirtûkxaneyên cîhanê de bû. lê di dema hatina wî de, îskender hemû pirtûkan da şewitandin û gelek nushayên Avestayê bi agir re winda bûn. 

beriya şewitandina avestayê, avesta:
nivîskarê pirtûka "îran derr `uhdê bastan" (di serdema kevnar de îran) de dibêje, "pirtûka avesta, destpêkê, beriya êrîşa îskender a li ser îranê, pirtûkeke gelek mezin bû, pallinus dîroknasê rom ku di sedsala yekemîn a zayinê de jîyaye dibêje ku, dîroknûsê yûnanî hermippos sûd ji pirtûka avestayê wergirtiye, ku di bîst cildan hatibû nivîsandin û ji sed hezar çekameyan pêk hatibû, wî bi xwe ew pirtûk xwendiye"


PIŞTÎ XEBATEKE DÛDIRÊJ AVESTA ÊDÎ BI KURDÎ YE!

“Avesta Nivîsên Olî yên Ariyan ên Herî Kevnar” ku Celîl Dustxah wek du cild bi farisî amade kiribû û yek edisyonên baş tê zanîn, bi wergera Tahir Agûr bi kurdî derket."


danasîna pirtûkê:

Peyva “Avesta”yê ku di berhemê bi xwe de derbas nebûye, ji pêşgira navdêrsaz a “A” û lêkera “Vîste” bi wateya naskirin, zanîn, peydakirin û peydabûnê (ku li gel peyva “Veda” (Vîd) pirtûka hindiyan a olî hevreh e) pêk tê. Bi giştî “Avesta” weke “agahîname” yan "zanînname" tê zanîn. Girîngiya Avestayê ji bo gelên arî û bi taybet kurdan ev e ku gelek bawerî, mîtolojî û çanda bav û kalên wan ên bi hezaran salan berî niha radixe ber çavan. Xebatên ku berî vê berhemê bi farisî û kurdî hatine kirin belawela ne û hemû beşên Avestayê bi hev re nehatine çapkirin, lê di vê xebatê de hemû beş (şeş defter) bi hev re hatine û her wiha di beşa pêşgotinê de bi awayekî berfireh û birêkûpêk agahiyên baş der heqê Avesta, Zerdeşt, taybetmendî û mijarên beşan û hwd hatine dayîn ku çarçoveyeke baş li bara mezdaperestiyê di mêjiyê lêkolîner û xwendevanan de çêdike.Dîsa di dawiya berhemê de ferhengek li bara peyv û biwêjên Avestayê hatiye nivîsandin. 






Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top