Franz Peter Schubert bestekarê Awisturyayê yê demên dawî yên tevgera klasîk û destpêka tevgera Romantîkê ye. Tevî jiyana xwe ya kurt, Schubert gelek berhemên mezin li pey xwe hiştin, di nav berhemên wî de 600 xebatên liedî, heft semfonîyên temamkirî, sîmfonîya nexilaskirî, opera, piyano û muzîkên odeyê hene.
Schubert di jiyana xwe ya 31 salan de ku jiyana wî ji bo cîhanê wateyek mezin bar kiriye, li bal berhemên xwe yê aramî û aştîyane cih daye berhemên bêhêvî û pesîmîst jî. Schubert ji bo van berhema jî van tiştan gotiye; "Kesek ji xemgîniya kesî fêm nake, kesek ji bextewariya kesekî din fêm nake... Muzîka min, encama jêhatîbûn û hejariya min e. Û tiştê ku ez bi xemgîniya herî mezin dinivîsim, tiştê ku dinya herî zêde jê hez dike ye."
Gelek mirovên navdar di derheqê schubert de tiştinan gotine lê ji bo min, gotina Liszt a herî balkêş û berbiçav e. Liszt ji bo schubertê ku carinan di rojeke de 5-6 awazan dinivîsî re van gotinan rêz kiriye."çawa ku ji çûkê re firîn asayî be, ji bo Schubert jî awaz çêkirin ewqas hêsan û normal e. ew ji bo min, baştirîn mûzîkjenê helbestî ye."
Em werin li ser berhema wî ya navdar. Ango Serenade...Hin caran dema mirov, hin muzîkan godarî dike, wekî giyana wî/ê ji laşê wî/ê derdikeve û di her notayan de ji xwe dûr dikeve diçe dîyareke din. Di her godarî kirinê de ew berhem di hişê mirovî de tiştên nû diçûrisîne û wateyên nû bar dike. Serenade jî berhemekî wisa bêdawî û nemir e ku nêzî du sed sal e ji nujeniya xwe ti tişt qeyb nekiriye û ji aliyê gelek navdaran ve bi amûrên cur be cur coverên wê hatiye amade kirin. Ev berhema nûwaze her çiqas di dema schubert dijiya navdar nebûbe jî piştî mirina wî gelek navdar bûye. Bi vê berhemê schubert evîniyê bi şêwaza xwe bêdawî kiriye. Wateyek nû bar kiriye li ber çavên evîndaran. Her wiha hestên schubert ên ku bi saya helbesteke rijiya kaxezê jî bûye encama gelek evîniyên bêdawî.
Çîroka vê berhemê, wekî berhemê balkêş û bedew e. Li gorî gotinên Von Hellborn ev berhema nemir, di yekşemeke sala 1826an de hatiye awaz kirin û li wî çîroka Serenad jî wisa ye.
Wê sibeha Yekşemê Schubert, bi çend hevalên xwe re ji Potzleînsdorfê vedigeriyan bajêr. Schubert dema dimeşîya bi tesadufî hevalê xwe Tieze li baxçeyê "Zum Biersack"-ê li ser maseyeke rûniştî, dît. Schubert û hevalên wî piştî ku Tieze dîtin, dev ji vegerîna bajêr berdan û çûn li bal Tieze. Li pêşiya Tieze pirtûkekî helbestî vekirî hebû, Schubert nêzî pirtûkê bû û lê pirtûkê nêrî, di rûpelekî de sekinî û bi kelecanî helbesta ku di wê rûpelê de şanî hevalê xwe da. Piştre jî van gotinan rêz kir; "Heke kaxezeke min a notayan hebûya, min ê bi qasî vê helbestê melodiyeke bedew binivîsîna."
Piştî van gotinan, hevalê schubert Doppler li pişt kaxezeke danûstandinê porteyek(xêzên notayî) xêz kir. Schubert jî di nav dengên kemanê yên xwaringehê, di nav dengên garsonên ku hewl didan bi lez sîparişan belav bikin, di nav ewqas alozî û tevlihevî de vê berhema nemir, ji helbesteke ve vejand. hem jî li ser kaxeza danûstandinê, hem jî bê bikaranîna amûrekî ve...
Wekî me di vê çîrokê de jî dîtin, kar û tevgerên nûwaze bi tesadufî dikarin derbikevin pêşiya me. Bi saya tesadufan em dikarin gelek mirovên hêja û hezkirîyan binasin ku piştî demeke din ew dibin perçeyek ji laşê me. Ji ber wê di her demê û bi her awayê divê mirov jê her tiştî kêf bistîne û sûd werbigire û divê ev bi zanîn ku gelek tiştên nûwaze gavek li pêşiya me ne...