Ayîna dansa bi miriyan re
Madagaskar, welatekî ku li başûrê Afrîkayê dimîne bi ayînên xwe yên cûrbicûr û sosret bal dikşîne. Roja ku li çar aliyê dinyayê wekî roja miriyan tê zanîn, xelkên Madagaskarê di her heft salên carekî de cenazeyên dapîr û bapîrên xwe yên mirî derdixînin û kincên nû li wan dikin û çalakiyek li dar dixin. Merasîm her heft salan carekê tê dubarekirin. Di dawiya çalakiyê de, piştî dansê careke din merasîma veşartinê tê kirin. Ji ber vê gel bawer dike ku ew miriyan bi rûmet dikin û wan pîroz dikin.
Ayîna qedexebûna serşok û tuwaletê
Ayîna qedexebûna serşok û tuwaletê kevneşopîya herî hişk a eşîra Tidong a li girava Borneoyê ye li gor vê kevneşopiyê jinûmer nikarin 3 roj û 3 şevan serşok û tiwaletê bi kar bînin. Ev eşîret bawer dike ku ev ayîn dê bextekî baş ji wan re bîne û zewaca wan wê dirêj, kêfxweş û geş bi dawî bibe. ev kesên zewicandî di vê pêvajoyê da ji nêz ve tên şopandin. Di zewacê da, kesên ku bizewicin li kêleka hev rûdinin û perdeyeka stûr dikeve nav wan. Piştî ku zava stranên xweş ên evînê ji bûkê re distirên, perde vedibe. Ev rîtuela sosret û hişk bi salan e di nava vê eşîrê de dewam dike.
Festîvala Phuket a Vejetaryenî
Pêşîka divê vê bibêjim ku ti têkiliya vê festîvalê bi sebzeyan re tuneye. Festîvala Vejeteryan a ku di nava kevneşopiyên herî balkêş ên cîhanê de tê dîtin, di heman demê de weke 'Festîvala Xwedayên Neh Împarator' tê naskirin. ev festîval di meha Îlon an jî Cotmehê de her sal tê pîrozkirin. armanca vê festîvalê neh rojan nexwarina goşt e. Ango kesên ku tevlî dibin neh rojan ji goştan dûr dikevin. gelê Çînê wisa bawer dike ku ev dûrketin dê bibe sedema tenduristî û aramiyê. Di vê ayînê de çalakiyên ecêb û masûlke jî pêk tê, mirov rûçikên xwe deq dikin û tiştên tûj ên mîna xencer li rûyê xwe û bedena xwe dipijînin. Gelek mirov ji bo ku bextê baş ji civakê re bînin û ruhên xerab ji civatê dûr bixin, gelek piercinga li laşê xwe ve dikin.
Ayîna jêkirina tiliyan
Forma herî ecêb a şîn(bi tirkî-yas) ji hêla eşîreta Danîyên ku li Endonezyayê dijîn ve tê kirin. Eşîreta danî şûna ku di şînê de bigirîn, dema hezkiriyên mîna hevser an jî zarokê wan dimirin, tiliya xwe jê dikin. Her çiqas di salên dawî de rîtuela jêkirina tiliyan ku nîşaneya şînê, hatibe qedexekirin jî hin endamên vê eşîrê vê rituelê pêk tînin. Ev ayîna ku piranî ji aliyê jinan ve tê kirin de, tilî bi têl ve tê pêçandin û herikîna xwînê kêm dibe. Dema tiliya lihevhatî tê jêkirin, parçeyê tiliyê tê şewitandin û xweliyên wê li malê tên ragirtin.
Ayîna morîstangên jehrî
Di ayîna morîstangên jehrî yê ku li daristanên baranê yên Amazona Brezîlyayê de pêk tê de, mêr neçar in ku lepikên bi morîstangên jehrî li xwe bikin û 20 deqeyan bisekinin. wisa bawer dikin ku ciwanên vê ayînê pêk tînin wê êdî bibin mêr. Dema morîstang li wan ve dide tê xwestin ku li ser rûyê ciwanan de ti îfadeya êşê tunebe. Geza van morîstangan yek ji gezên herî biêş ê kêzikan e. Her çiqas ev ayîn bi êş derbas bibe jî, kesên ku vê ayînê pêk naynin wek mêrên mezin nayên dîtin, ji ber vê yekê her ciwan neçar in ku vê ayînê pêk bînin.
Ayîna dorpî kirina diranan
gelê girava Mentawaiyê wisa bawer dikin ku delal bûn aramiyê dide giyanê mirov. ji ber wê Ji bo xweşikbûnê, mirovên li Balî diranên xwe li bal rahîbên Hîndû dorpî dikin(bi tirkî törpülemek). Ev ayîna ku divê jin û mêr jî pêk bînin, wekî merasîmekê ji zarokatiyê derbasî mezinbûnê tê dîtin û carinan di dawetê de tê kirin. dîroka Merasîma ku bi taybetî ji bo paqijkirina mirovan ji taybetmendiyên heywanan, bi taybetî dorpî kirina diranên kûçikan digihîje sedsala 5'an a BZ.
😍😍😍 pirr baş û Kamil bû
ReplyDeleteDest xweş bijî bijî
gelek spas gyan 😄
ReplyDeleteçi mirovên ecêb hene. Xwedê hifza me ji wan bike:)
ReplyDeleteahahah, bila :d
Delete