ZENGINTIRÎN KESAYETÊ DÎROKÊ: MANSA MÛSA

4

Mansa Musa ku di sala 1280an de ji dayik bûye û di sala 1312 -an de derketiye ser text û Padîşahiya Malîyê û bi wî malî ket serdema xwe ya mezin û pêşketî . Di dema Mûsa de, sînorên padîşahiyê berfireh bûn û Senagal, Malî, Burkina Faso, Nîjer, Guinea û Perava Fîlî ket destê wî. Erdên ku Mûsa dagir kirin  binê erdê madenên pir dewlemend hebûn. bi taybetî bi zêr û xwêyê her ku diçû zengîntir bû. Li gorî Muzeya Brîtanî, nîvê zêrê ku wê demê li cîhanê de hat derxistin li împaratorîya Maliyê bû. Wisa tê texmîn kirin Ew di dîrokê de kesayetê herî dewlemend bû.  Tê bawer kirin ku sermiyanê wî bi giştî 400 mîlyar dolar bû. 
 
 

Navê Mansa Mûsa ya fermî Kankan Mûsa bû, lê bi paşnavê "Mansa" ku bi zimanê Mandelîng tê wateya "Padîşahê Padîşahan" an jî "keyê, keyan" ve tê zanîn. Piştî ku bavê wî Faga Laye ji bo benderên nû û sînorên Atlantîkê bibîne derkete seferekê. Piştî ku bavê wî ji sefera xwe venegeriya, Mansa Mûsa împaratoriya xwe îlan kir û ji sala 1312an heta 1337an li Rojavayê Afrîkayê ku niha Gahan, Tîmbûktû û Malî di nav de ye, serweriya împaratoriya malî kir.


Dema ku Padîşah Mûsa hat ser text, wî bi Fermandarê xwe Saran Mandian re êrîşî gelek herêmên Afrîkayê kir. Bi qasî ku em dikarin ji çavkaniyan fêr bibin; Di demek kurt de, Padîşah Mûsa artêşek mezin a Malî çêkir ku ji 100,000 leşkerên peya û 100,000 siwar pêk dihat. Yekane hêza ku bi mansa Mûsa re hevrikî bike, Mongol bûn. dema em hêz û aborîya Padîşah Mûsa dinêrin, heke Mûsa bi Mongolan re şer bikira, dibe ku serkeftinek mezin bi dest bixista.

XWÊ BI QASÎ ZÊR BI QÎMET BÛ:
Wê demê xwê bi qasî zêr bi qîmet û girîng bû. Împaratorîya malîyê hema hema nîvê hewcedariya xweya cîhanê pêk dianî.

Padîşah Mûsa bi derxistina madenên binerdê yên li Afrîkayê dewlemendiyek mezin anî welatê xwe. Gelê Malî di demeke gelek kurt de jê re gotin keyên madenan. lê ev tişt jî têra Mûsa nedikirin, wî zanîngehên ku di warên astronomî, bijîjkî û endezyariyê de lêkolînan dikin damezrand. Wusa ku di demek pir kurt de, gelek dîndar û alimên navdar ên cîhana îslamî hatin Malîyê. Padîşah Mûsa diyariyên hêja û taybet wan re diyarî dikir û ji ser de cihekî ku bikarin bi aramî lêkolînên xwe bikin çêdikir.
 

Mansa Mûsa di sala 1324an de bû hecî. Ew ne tenê bi hezaran kesî re çû hecê ji serde wî dewlemendiya xwe jî bi xwe re bir. 



Ew nêzî bi 60 hezar kesî re bi dest rêvîtîya xwe ya hecê kir. Di heman demê de nêzî 12 hezar xulamê wî hebûn, ku her yekê 4 kîlo zêr hildigirtin. Di navbera 50 û 300 kîlo toza zêr jî li pişta 80 hêştiran (deve) ve hatibû bi cih kirin. Wî di rêwîtiya her înê mizgeftek dida çêkirin. 


Ev kesê ku cihên ku ji bo hecê derbas kiribûn dewlemend dikir, bû sedema daketina nirxê zêr li herêmên Qahîre, Medîne û Mekkeyê. Ji ber ku wî zêr pir li her kesî belav dikir û ji ber danûstanên xwe bi zêran pêk dianî wî aboriya Afrîkayê hilweşand. Ev hilweşîn heta deh sala dewam kir û tê texmîn kirin di nav wê deh salan de zêr bi buhayekî gelek erzan dihat firotan.

Wekî din, Mûsa bû sedema enflasyona buhayên  kelûpelan. ji ber ku zêr ji seranserê gelê herêmî zêde bû û di destê her kesî de hebû û ji ber ku erzan bû daxwaza zêr jî zêde bû. Mansa Mûsa piştre ji bo normalîzekirina nirxa zêr bi kredîyê bi qasî dikare bikire ji selefdaran(tefeci) bi faizek mezin kirî. bi vê awayê rêjeya buhayê zêrê bû asayî. ev bûyer wekî "tekane kesê ku li Efrîkayê bi eyarên buhayên zerê lîstiye" hat pênase kirin.
 

Padîşah Mûsa di sala 1337 -an de di 57 saliya xwe de mir, her çend kurê wî Mensa Silêman şûna wî ve hatibe dewsê jî , malî piştî mansa Mûsa ti car wan rojên xwe yên geş û pêşketî nedît û împaratorîya Maliyê bêdengî ji qonaxa dîrokê winda bû. Li gorî lêkolînên dawî, dewlemendiya Mensa Mûsa bi qasî çar qat ji ya kesê herî dewlemend ê îro ye. Lê ev lêkolîn, tenê ku xezîneyê wî yên hatiye tespît kirine ango ev hejmara ku tê dayîn tenê vegotinek e.

Post a Comment

4Comments
  1. çi mirov hene law�� û em jî di jiyaneke wiha genî de bijîn. dest xweş ��

    ReplyDelete
Post a Comment
To Top