RÊBERÊ ÇÎNA KARKERAN: MANÎFESTOYA PARTÎYA KOMUNÎSTÎ....

2

Manîfestoya Partiya Komunîstî cara pêşî 21ê Sibata 1848an ji hêla Karl Marx û Friedrich Engels ve hatiye weşandin. Her çiqas di rûpela yekemîn a manîfestoyê de navên Friedrich Engels û Karl Marx bi hev re wekî nivîskar hatiye nîşandan jî Engels piştî mirina Marx, di pêşnivîsa çapa Almanî ya sala 1883an de wiha nivîsîye: "Fikra bingehîn a li ser vê manîfestoyê, tenê û bi temamî ya Marks e."


Çapa yekem a Manîfestoya Partiya Komunîstî


Manîfestoya Komunîst ji 23 rûpelan pêk tê û bi awayekî sîstematîk rêgezên bingehîn ên sosyalîzmê nîşan dide û ew belgeya herî girîng a sosyalîzma zanistî tê zanîn. Her wiha Manîfestoya Komunîst, daxuyaniya yekemîn a komunîzmê ye ku dibêje "Burjuvaya proletarya û amûrên taybet ên samanê taybet (mulkiyeta taybet) divê bi saya şoreşekê ji holê bê rakirin û divê pergaleke civakî yê bê çîn pêk were."


Manîfesto bi van gotinên destpêkê, komunîzmê dişibîne şevreşkekî "Xeyaletek li Ewropayê digere: Xeyaleta Komunîzmê." û bi van gotinan xilas dibe ku ev gotin jî nêzîkî 200 sal in ji bo karker û Komûnîstan wekî receteyeke rizgariyê tê hesibandin. "Ji bilî zincîrên xwe tiştekî ku proleter ji dest bidin nîn e. Lê cîhaneke ku bi dest bixin heye. Proleterên hemû welatan, bibin yek!“


 "Çimkî endamên wê civakê (burjûva) yên ku dixebitin nikarin tu tiştî bi dest bixin; yên ku hemû tiştan bi dest dixin jî qet naxebitin.

 Manîfesto bi vê gotina jor diyar dike ku çîna burjûvaziyê û pergala kapîtalîzmê neheqî li ser karkeran dike û yên ku dixebitin pere qezenc nakin ên naxebitin jî bi milyonan pere tê dixin bêrîkên xwe. Her wiha wekî vê mînakê em di fîlma Amarcordê de di vê replîkê de jî dibînin;

"Bapîrê min xênî çêdikir. Bavê min xênî çêdikir. Ez xênî çêdikim. Lê çima hê jî xaniyekî me tuneye?" Fellini, Amarcord (1973)



Wekî li jorê jî min behs kir, manîfesto ji 23 rûpelan û ji çar beşan pêk tê. Em hinekî li ser van beşa bisekinin. 


Beşa yekem: Burjûva û Proleterya;

Marx û Engels di vê beşa manîfestoyê de pêşketinên cîvakîyên heta wê çaxê wekî têkoşîna çînan diyar dike. Li gorî Marx û Engels jî niha ew têkoşîna çînan peresendîye têkoşîna navbera burjuva û proleterana ye.


Beşa duyem: Proleter û Komunîst;

Di beşa duyemîn ku navê wê proleter û komunîst e, programên komunîstan vedibêje. Tê de qala destdanîna îktîdara siyasî, li ser amûrên taybet rakirina samanê taybet, dawîanîna karkerên wekî xulaman, rakirina mafên mîratê dike. 


Beşa sêyem: Lîteratûra Sosyalîst û Komunîst;

Di beşa sêyem a bi sernavê "Lîteratûra Sosyalîst û Komunîst" de; Tevgerên sosyalîzma paşverû, sosyalîzma burjûvaziya biçûk, sosyalîzma Almanî û sosyalîzma utopîstan tê rexnekirin. 


Beşa çarem: Helwesta Komûnîstan a li Hemberî Partîyên Dijber ên Cihêreng;

Di beşa çaremîn a bi sernavê " Helwesta Komûnîstan a li Hemberî Partîyên Dijber ên Cihêreng" dibêje li dijî pergala civakî ya guncaw û siyasî divê her şoreşger û tevgera rûxenî ji aliyê Komûnîstan ve were piştgirî kirin. Ev beşa dawî ku dibêje komunîst bi tenê saya şoreşê ve dikarin bigihîjin armanca xwe bi van gotinan dawî dibe. "Ji bilî zincîrên xwe tiştekî ku proleter ji dest bidin nîn e. Lê cîhaneke ku bi dest bixin heye. Proleterên hemû welatan, bibin yek!“


Hemû karkerên welatan, bibin yek!

Burjûwazî ti carî berjewendiyên me li ber çavan negirtin û wê ti carî dest ji serdestiya xwe ya li ser proletaryayê bernede. Ji ber wê em tenê dikarin bi hêzeke hevgirtineke navneteweyî ji zalimên ku me bi zincîra kapîtalîzmê girtine, xelas bibin. Di vê rewşê de, di destê karkeran de çareseriyek tenê dimîne:

BI TEVGERÊN ŞOREŞGERÎ LI BER XWE DANA LI DIJÎ ZALIMAN!

Post a Comment

2Comments
  1. bi min xilasiya me girêdayî tevgera sosyalîzm û komunîzmê ye. dest xweş

    ReplyDelete
Post a Comment
To Top