Facebookê çend roj berê ragihand ku ew ê 10,000 kesan tenê ji bo Metaverse bixebitîne. Ev kes jî di heman demê de divê endezyarên astbilind bin. Û her wiha ne tenê Facebook, gelek şirketên mezin jî berê xwe didin Metaverse-ê. Ev metaverse-ê ku di devê her kesî de ye, di rastiyê de çi ye?
Metaverse ku bi kurdî dikare wekî 'gerdûna ferazî' were wergerandin, dixwaze ku bikarhêner, di nav cîhaneke bi înternetê ve girêdayî de bijî. Wisa jî dikare bê gotin, metaverse-ê ku wekî pêşeroja înternetê tê dîtin, li ser bingeha "bila înternet bi tenê ne ji bo, şopandina hin mirovan, nûçeyan; danûstandin û xwendinê be. Bila înternet tiştekî wisa be ku mirov di gerdûneke ferazî û 3-rehendî de tiştê ku bixwaze pêk bîne." Metaverse dê zemîneke 3d(3-rehendî) û xeyalî, ji bo mirov tê de: danûstandinê bikin, lîstikan bilîzin, karên xwe pêk bînin, bigerin, biçin konsert û pêşengehan amade bike.
Dema em lê dinêrin Facebook tiştên xwe gelemperî bê pere derdixe pêşberî mirovan û bi reklamên ku dixe nav karên xwe pere qezenc dike. Çawa ku em di Instagramê de digerin û reklamên hatine kesandin derdikeve pêşiya me, di metaverseyê de jî wê wisa be. Em ê bikevin nav vê dinyaya ferazî û em ê di kolanekê de bimeşin û di panoyeke de dê wisa binivîse. tirsik.net li benda kurda ye, werin bibin endam. Facebook dê bi saya van reklaman gelek pere bi dest bixe û bi saya vê rêbazê, metaverse hem ji bo bê pere ye dê bala mirovan bikşîne û hem jî facebookê roj bi roj zengîntir bike. Kurteya vê hişê jî ev e. Çiqas mirov hebe ewqas reklam heye, çiqas reklam hebe jî ewqas pere heye.
Aha em dîsa werin ser aboriyê. Bifikirin ku dê 10 mîlyon kes beşdarî konsertek wiha bibin. Dê şîrketên mezin ji bo sponsorîyê hevrikî bikin û mîlyon dolaran bidin ku bibin hevkarên hev. Dê her bi awayî Facebook pereyek gelek zêde bi dest bixe. Ji ber wê metaverse tenê ne bala facebookê dikşîne. Şîrketên wekî unity, epic games, nvidia ji bo metaverse-ê milyonan xerc dikin û projeyên nû derdixin holê.
Ji bo kurdî ez ji metaverse hêvidarim.
ReplyDeleteHeta niha înternet pir text-based bû.
Mixabin kurdên ku dikarin nivîsa kurdî bikar binin pir kêm in. Lê ên ku dikarin biaxivin gellek zêde ne.
Lowma bi xêra metaversê bikar anîna kurdî zêde bibe înşalla. Minak twitter spaces. Gellek profîl hene ez dibinim hemû bi tirkî twitên xwe dinivisin. Lê di odeyên twitterspacesê de pir xweş bi kurdî diaxivin.
heya ku heza netew û welat tunebe, pûç e. û tiştek wiha jî heye bi hêviya ku wenda nebûna kurdî heta çêbûna metaverse-ê...
ReplyDelete