NÊRÎNEK LI SER PIRTÛKA HOMO SAPIENS-Î....

2
Silav ji we re, ez ê îro qala pirtûkeke binavûdeng bikim. Li ser vê pirtûkê gelek tez hatine nivîsîn, gelek rexne hatine kirin û di demek gelek kurt de gelek zimanan hatiye wergerandin. Pirtûka Sapiens ji aliyê Yuval Noah Harari hatiye nivîsîn û di sala 2011ê de hatiye weşandin. Pirtûk heya 100 rûpelê bi teorîyên meteryalîst ên werarê qala zayîna mirov dike. Ew diyar dike ku her çend di demekî de li cîhanê gelek nijadên mirovan ên wekî Homo Sapiens, homo eractus an neandertal hebûn jî, ji wan Homo Sapiens tenê maye. Sedema vê tiştê nizanibin jî wisa texmîn dikin ku homo sapiens bi saya têkiliya nav xwe de ji holê ranebûye. Jixwe serpêhatiya mirovî ya kelecanî jî piştî vê têkiliyê dest pê kiriye.


Piştî xwendina vê pirtûkê, em careke din têdigihin ku di dîrokê de mirov çiqasî zalim bûne û ji bo pereyan çi kirine. Em dibînin ku Spanîyan çawa şaristaniyên Amerîkaya Başûr ên bi hezaran salan ji bo zêran tarûmar kirine, welatên ewropayî çawa ji bo madenan êrîşî Hindistanê kirine, çawa zengintirîn axên dinyayê (Efrîka) kirine cihên herî feqîr. Pirtûk ji bo du sed salên dawîn jî şibandinek gelek nûwaze dike û dibêje dîn, ji bo mirov bên kedî kirin hatiye afirandin. Di dinyaya nûjen de olek nû derketiye. Navê olê kapîtalîzm e û xwedayê wê jî pere ye....

Ez ji bo xwe bibêjim heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diherikî, min di carekî de 200 rûpel xwend lê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest fikrê xwe empozeyê xwîneran bike. Piştî wê demê, ez jê pirtûkê sar bûm û bi awayekî dilşkestî min hewl da ku pirtûkê xilas bikim. 

Ji bo 200 rûpelên pêşî bibêjim. Pirtûk, pirtûkek nestêle ye. Têra xwe xweş û agahîwar e. Ji serî de dixwazim behsa serfirazîya nivîskar bikim. Di pirtûkeke ewqas zanistî de mirov qet aciz nabe. Min bixwe 3 saet ser hev bi baldarî pirtûkê  xwend. Jixwe dema em CV-a nivîskar dibînin, derketina pirtûkek wisa asayî dibe. 

Di serî de pirtûk qala Bing-bangê û çêbûna gerdûn û dinyayê dike. Piştî hîn agahiyên kurt derbasî homo sapiensê (homo - mirov /sapiens - zîrek) dibe. Homo sapiens çi ye, ji ku hatiye, pêşî li ku çêbûye felan. Pirtûk bi taybetî balê dikşîne ser van mijaran: êrîşên homo sapiensê yên hezar salan, şoreş û werara wan. Her wiha pirtûk bi mijarên - serdestiya homo sapiensan li dij mirovên din, homo sapiens çawa cur-mirovên din kuştine- xwîneran dikşîne xwe. Tiştê ku min jê hez kir, bersiva van pirsan bû:
1- dînê pêşerojê zanist e? 
2- homo sapiens çawa bû kujerê ekolojîyê? 
3- homo sapiens çawa homoyên din ji holê rakirin? 
4- sed hezar sal berê 6 cure mirov hebûn, niha tenê homo sapiens heye. dê pêşerojê de cureyek din bikeve dewsa me? 
wekî din pirtûk qala Aryana jî dike û dibêje nijadê yekem a mirovahiyê nîjada Aryan e û zimanê Sanskrît e. 

Pirtûk qala şoreşa neolîtîk, çandiniyê û şoreşa zanistîyê jî dike. Bi awayekî objektîf bi vegotinek pisporî me di nav agahiyan de winda dike. Lê divê neyê ji bîr kirin. Dema we xwend pêşî di hişê xwe de van pirsan bikin. Gelo ev rast e, çawa dibe. Li ser van mijaran vekolin û li gor xwe binirxînin. 

Her wiha pirtûk qala dîn û netewan jî dike û dînan rexne dike. Tiştê bala min kişand li ser xrîstiyaniyê, bisilmanî û budayê gelek rexne hatiye kirin lê di derbarê cihûtîyê zêde tişt nehatiye gotin. Dibe ku tesîra cihûbûna nivîskar an jî tirsa xelkê xwe zêde qala cihûtîyê nekiribe. Bi kurtasî ez bidim hev pirtûk qala ji çêbûna mirovahiyê heta vêga dike. Dibe encama perspektîfeke nû ji me re. Ger ji min re bibêjin ez pêşnîyarê we dikim. Bixwînin û li gor xwe binirxînin û biramin ku mirov gihîştiye asta xwedayî an na? 
 

Post a Comment

2Comments
  1. Nivîsek xweş bûye. Mala te ava!.
    dîzayna nû ya bloga te jî pir rind e.
    ***
    Çend wext e dixwazim bixwinim lê her tim li paş de diavêjim.
    Yekî gotibû sifte kitêba Jared Diamond bixwine dûwre başlê Sapiensê bike. Ez ê di demek nêz de êdî herdûyan bixwinim (înşalla).

    ReplyDelete
    Replies
    1. gelek spas kak cinorek bo peyamên te yên xweş. bi rastî ez di navberê da mabûm temayê biguherînim an na lê piştî gotinên te dilê min rihet bû. :)

      kak cinorek ji te re wisa bibêjim tu dereng jî mayî. bi min di demekê nêz de bixwîne. ez ê çavek li pirtûka Jared diamond jî bixim. ger çêbû dixwazim di derbarê wê de jî tiştek binûsim.

      Delete
Post a Comment
To Top