ZAYÎNA HERÎ BALKÊŞ: ZAYÎNA MASÎHESPIKAN...

0


Di dinyaya masîhespikan de xala balkêş ew e ku ev, masîhespikên nêr ducanî dibin. Belê we şaş fêm nekir, masîhespikên nêr!  Bi rastî ev tişt gelek balkêş e ji ber ku ev yek di xwezayê de zêde nayê dîtin. Lê helbet di ducaniyê de, rola masîhespikên mê jî gelek girîng e. 


Dema masîhespikên mê ji xwe re cotekî dibînin, bi hevre dansa hevşabûnê dikin, perikên xwe li hev ba didin. Piştî van tevgeran, masîhespikên mê hêkên xwe  nava kîsikên taybet yên masîhespikên nêr de datînin. Pişt re karê masîhespikên mê, xilas dibe û êdî hemî bar li ser pişta masîhespikên nêr dimîne. 


Piştî ku hêk di nava kîsikên nêr de bicîh dibin, sperm, xwe digihînin hêkan û zîgotan pêk tînin. Bi hezaran zîgot di nava laşê masîhespikên nêr de li benda mezinbûnê disekinin. Ducaniya masîhespikan nêzî 25 rojan berdewam dike. Piştî pêşketina van zîgotan di yek zayinê de hezar têjikên masîhespî, weke guleyên ji çêke derdikevin tên dinyayê.


Piştî zayinê, êdî bav ji bo zarokên xwe ti tiştî nake, berevajî, hebûna bavî dikare zirarê bide têjikan jî. Têjikên reben êdî bi tena serê xwe ne û divê xwe ji nêçîrvanên xedar, heta em dikarin bibêjin divê xwe ji bavê xwe jî biparêzin; ji ber ku wextê bav birçî dimîne dikare têjikên xwe jî bixwe. 


Tiştek wisa balkêş jî heye piştî çend saetên zayinê, bav xwarinê naxwe, eger têjikên xwe li dora xwe bibîne dikare bi coş heta wan jî bixwe. Bi rastî jî karê têjikan gelek zor e. Hem bêdayîk tên dinyayê, hem, ji aliyê bavê xwe ve dikarin bibin nêçîr.  Ji bo ku ew, xwe, ji nêçîrvanên xwe biparêzin jî ti spartgeha wan ya taybet tuneye. Bi van hemî sedeman, bi hezarî têjikên ku zayinê de çêdibin di dawiyê de hijmara wan dadikeve çend têjikên mayî.

Post a Comment

0Comments
Post a Comment (0)
To Top