ZIMANÊN XWIŞK, BIRAYÊN ME: ZIMANÊN ÎRANÎ...

4

Piştî mehekî din silavên germ ji we re dişînim, ji ber ku niha di gengeşiyek mezin de me nikarim zêde bala xwe bidim blogê. Ev nivîs jî nivîsa hevalekî min ê hêja bi navê keyomerd e. Bi rastî jî wekî navê xwe him key e, him jî merd e. (: Min hinek tiştan li nivîsê zêde kir û derxist pêşberî we. Wisa bawer dikim ku di pêşerojê de ez ê gelek tiştên din jî li bin vê nivîsê zêde bikim.

Zimanên îranî an jî zimanên aryanî komek zimanên ku ji malbata zimanên hind û ewropî ne ku tê texmînkirin îro 150-200 milyon kes bi vî zimanî diaxivin. Zimanên îranî di warê pêşketina dîrokî de li ser sê koman hatine dabeş kirin: zimanên îranî yên rojhilatî, zimanên îranî yên rojavayî û zimanên îranî yên navendî (avêsta)

86 zimanên îranî hene û yên herî pir tên peyivîn farsî, kurdî, belûçî û peştû ne. Cîyê zana zimanên îranî wek bakurrojavaya rûsyayê (ji qefqasyayê jor de û nêzîkî qazaxistanê) tê zanîn û niha ji zimanîn îranî tenê zimanê osetî nêzîkî wir maye. Hozên îranî ji wir berev bêrma qezwînê û îrana niha daketine. Lê piştî koçên hozên tirk ên berev anatolyayê, îranî ji rojhilata bêrma qezwînê (qazaxistan û tirkmenistana îro) derketine û li rojavaya wê jî pir hindik mane.

Zimanê proto-îranî yanî zimanê ku dema hemû gelên îranî yek bûn dipeyivîn 2000 sal berî zanê jev veqetiyane û bi sê beşan lêk ve bûne. Zimanên îranî yên rojhilatî, zimanên îranî yên rojavayî û zimanên îranî yên navendî (avêsta). Zimanên îranî yên rojhilatî bi du beşan lêk ve bûne, başûrrojhilatî (peştû) û bakurrojhilatî (osetî). Zimanên îranî yên rojavayî jî bi du beşan lêk ve bûne, başûrrojavayî (farsî) û bakurrojavayî (kurdî).

Me di vir de da nîşan ku li zimanên dinyayê de hîn peyv hene ku koka wan digihîje zimanên îranî. hûn dikarin ji vî girêdankê van peyvan bibînin. here nivîsê

Ez dixwazim hin peyvên zimanê avestayî, Kurdî û farsî bi we bidim nasîn. Ji ber ku aniha amadehiyê ezmûnê dibim min zêde venekola û berhevdaneke dirêj û têr çênekir. 
 Li ber destê min pirtûka lêkolînê ya li ser Avestayê heye û di wir de rastî vê tabloyê hatim û vê tabloyê min xwest bi we re parve bikim. 

*çavkaniya wêneyê: ji pirtûkê Zerdeşt û Avesta... 

Post a Comment

4Comments
Post a Comment
To Top